Îro li gundê Girgê Xico, li gundewarê Girkê Legê, di dema xebatên tamîrkirin û qayimkirinê de li nêzîkî dîkanw Hisên Bedir Ced’o, tankereke petrolê li boriyekê teqiya.
Di encamê de karker Ehmed Ebdulrehîm Ced’o birîndar bû, ku ji bo dermankirinê hate veguhastin Nexweşxaneya Dar El-Şîfa li Girkê Legê.
Cewherê birînên wî hîn nehatiye diyarkirin, û di bin şopandina bijîşkî de ye .









