Home / NÛÇE / QSD û hikûmeta Sûriyê li ser yekgirtina hêzan û misogerkirina vegera koçberan nîqaş kirin

QSD û hikûmeta Sûriyê li ser yekgirtina hêzan û misogerkirina vegera koçberan nîqaş kirin

 Nûnerê Serokkomar, Emîd Ziyad el-Ayêş, li bajarê Hesekê, bi amadebûna Ebas Husên, rêveberê karûbarên siyasî yê parêzgehê, bi fermandarê QSDê Mezlûm Ebdî re civiya.

Di civînê de, gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin, bi taybetî jî entegrekirinq berdewam a QSDê di nav artêşa Sûriyê de, berdana komeke nû ya girtiyan û çareserkirina pirsgirêkên têkildarî girtîgehên ku ji aliyê QSDê ve têne rêvebirin.

 Di hevdîtinan de her wiha ewlekirina vegera koçberan bo gundên wan li Girê Spî, Reqa, Efrîn û gundewarên Hesekê jî hate nîqaşkirin. Ev civîn di çarçoveya hewildanên çareserkirina pirsgirêkên heyî de tê lidarxistin.

Tagged: