Duh, li gundewarê rojavayê Kobaniyê merasîmek dîrokî ya lihevhatina eşîran di navbera du malbatên ji gundên Eşme û Cebnayê de hat lidarxistin, bi vî awayî pevçûneke zêdetirî 14 salan dom kiribû bi dawî bû.
Merasîm li gundê Cebnayê hat lidarxistin, girseyek mezin ji niştecihan, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn, kesayetên leşkerî û siyasî yên navdar jî beşdar bûn, di nav wan de:
Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).
Emîd Semîr Elî Oso (Sîpan Hamo), Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê.
Fermandarên ji Hêzên Sûriya Demokratîk.
Ferhan Hec Îsa, Hevserokê Meclîsa Cîbicîkirinê ya Kobanê û cîgirên wî.
Kesayetên din ên civakî û siyasî, di nav de bavê General Mazlûm Ebdî.
Ferhan Hec Îsa, Hevserokê Meclîsa Cibcîkirinê ya Kobanê, got: “Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û em gihîştine qonaxeke ku me karî pirsgirêka di navbera her du malbatan de çareser bikin û wan bînin cem hev.
” Ew Kobaniyê temsîl dikin û em hêvî dikin ku hemû malbat bibin yek da ku gelê me bikaribe bi aştî bijî.”
Rûniştin bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre beşdaran li ser girîngiya lihevhatinê axivîn, girtina rûpeleke borî û xurtkirina yekîtiya civakî û aramiya li herêmê tekez kirin.
Axaftvanan rola Komîteya Lihevhatinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevgirtina her du aliyan û bidawîkirina pevçûnê de anîn ziman.
Ev bûyer gavek erênî ber bi xurtkirina aştiya sivîl ve ye, ji ber ku niştecihan hêviya xwe anîn ziman ku lihevhatin dê destpêka serdemeke nû ya jiyana hevbeş û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyên gel de nîşan bide.






