Artêşa Lubanî girtina 38 Sûrî ji ber ketina erdên Lubnanî bi awayekî ne fermî radigihîne

Artêşa Lubnanê roja Duşemê girtina 38 Sûrî ji ber ketina neqanûnî bo axa Lubnanê ragihand. Artêşê diyar kir ku ev girtin di dema serdegirtinên ji aliyê yekîneyên leşkerî ve ji ber binpêkirina rêziknameyên ketin û rûniştinê hatine kirin.

Di daxuyaniyekê de, fermandariya artêşê got ku yekîneyên leşkerî, bi piştgiriya dewriyên Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî, li gelek deveran serdegirtin li ser mal û kampan pêk anîn, di encamê de kes ji ber “ketina neqanûnî bo nav axa Lubnanê” hatin girtin.

Daxuyanî rave kir ku 36 Sûrî li herêma Geza li Biqe’a Rojava hatin girtin, ji bilî du kesên din ên ku li kampa Taliya li herêma Be’albek ji ber ketina neqanûnî bo nav axa Lubnanê hatin girtin. Du tifing di destê wan de hatin dîtin.

Artêş diyar kir ku ev operasyon beşek ji tedbîrên ewlehiyê yên li Bike’a û li ser sînorê Lubnan-Sûriyê têne bicîh kirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button