Neteweyên yekbûyî hişyariya nûbûna tundûtûjiyê gefê dide aramiya nazik a sûriyê.

Komîteya Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya li Sûriyê roja Pêncşemê hişyarî da ku pêlên tundûtûjiyê yên nûbûyî li çend herêmên Sûriyê gefê li geşbîniya ku piştî hilweşîna rejîma Sûriyê ya berê par serdest bû dide, û tekez kir ku pêşeroja welêt “di xetereyê de ye”.

Serokê Komîteyê Paulo Sergio Pinheiro di axaftinekê de li ber Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên demkî û dewletên endam kir ku sedemên bingehîn ên tundûtûjiyê çareser bikin û pêşî li dubarebûna wê bigirin, û destnîşan kir ku “bê edalet û hesabdayînê aramî nayê bidestxistin.”

Komîteyê ragihand ku ji Kanûna 2014an vir ve zêdetirî milyonek penaberên Sûriyê vegeriyane welatê xwe, bi geşbîniya piştî avakirina saziyên neteweyî yên nû, di nav de Komîteya Dadweriya Veguhêz û Komîsyona Neteweyî ya Kesên Winda, ku ji bo bidestxistina edaletê û avakirina baweriyê di navbera welatiyan de dixebitin, dilxweş bûne.

Komîte van pêşketinan pêşwazî kir, wan wekî nîşaneyên erênî ber bi avakirina saziyên dewletê ve bi nav kir, lê hişyarî da ku zêdebûna tundûtûjiyê li parêzgehên Lazkiye, Tartus, Hama û Siwêda di mehên dawî de van nîşaneyan qels kiriye.

Rapora komîteyê destnîşan kir ku di Adara borî de nêzîkî 1400 kes, di nav de jin û zarok, di êrîş û pevçûnên di navbera komên dilsoz ên rejîma berê û hêmanên hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta veguhêz de hatine kuştin. her wiha komîte raporên îdamên meydanî, îşkence û koçberkirina bi zorê ya sivîlan ji civaka Elewî wergirt.

Di serdanên meydanî yên bajarê Siwlda û deverên derdora wê de, lêkolînerên komîteyê şahidiyên sivîlan berhev kirin ku behsa atmosfera tirs û bêewlehiyê ya berdewam dikirin. Her wiha Komîte metersiyên xwe yên mezin li ser zêdebûna hejmara revandina jin û keçan anî ziman, û destnîşan kir ku hin qurbanî rastî tundûtûjiya cinsî an zewaca bi zorê hatine, di nav rexneyên li ser têkçûna rayedarên herêmî di lêkolîna van dozan de.

Komîteyê hişyarî da li ser rewşa mirovî ya xirabtir bi nêzîkbûna zivistanê re, nemaze di nav civakên Druz û Bedewiyên koçber de ku ji kêmbûna stargeh û alîkariyê dikişînin, û bang li dewletên endam kir ku piştgiriya mirovî ya lezgîn zêde bikin.

Her wiha Pinheiro rexne li êrîşên hewayî û destwerdanên leşkerî yên Îsraîlê yên berdewam li başûrê Sûriyê kir, û hişyarî da ku “destwerdana derve dikarin pevçûnê girantir bikin û êşa sivîlan zêde bikin.” Li bakurê welêt, raporê behsa rageşiyên li nêzîkî Heleb û Bendava Tişrînê kir, di heman demê de li bakurê rojhilatê Sûriyê aramiyeke rêjeyên baş hebû, ku rê da çalakiyên mirovî û îdarî berdewam bikin.

Pinheiro bi tekez kirina ku “Sûriyeke ewle, rêzdar ji mafan re û hemûgir hewceyî saziyên bihêz ên li ser bingeha serdestiya hiqûqê û mafên mirovan e” bi dawî kir, û girîngiya pêkanîna reformên lezgîn û mekanîzmayên hesabdayînê yên bi bandor tekez kir.

Raporê rave kir ku hikûmeta veguhêz pêşniyarên di belgeyê de wekî “nexşerêyek ji bo başbûna welêt” bi nav kir, û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide rêya edalet û reformên saziyî li Sûriyê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button