Zêdebûna aloziyan piştî civînên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz de

Êrîşên leşkerî û pêngavên medyayî yên ji kom û aliyên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ve têne kirin, piştî her civînek di navbera şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Hikûmeta Veguhêz de, bûne şêwazek dubare. Ev yek zêdebûna sîstematîk nîşan dide ku pêşveçûna peymanan tehdît dike û rageşiyan li ser erdê ji nû ve gur dike.

Di van pêşketinên herî dawî de, droneke xwekuj a komêngirêdayî Hikûmeta Veguhêz, îro herêma El-Şiqêf li bakurê taxa Şêx Meqsûd li Helebê armanc girt û sivîl birîndar kirin. Ev êrîş tenê du roj piştî civînek di navbera şandeyek ji Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz li Şamê de pêk hat.

Ev êrîş beşek ji şêwazek dubare ye, deverên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî her civînek di navbera her du aliyan de rastî zêdebûna leşkerî an medyayî dikin. Di 4ê Çile de, civîneke leşkerî û ewlehiyê li Şamê di navbera şandeyek ji Rêveberiya Xweser û şandeyek ji Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de hate lidarxistin, di heman rojê de li Dêra Zorê, di bin çavdêriya Hikûmeta Veguhêz de, civînek bi navê “Foruma Eşîrên Herêma Rojhilat” hate lidarxistin. Ev tevger ji hêla hin kesan di Rêveberiya Xweser de wekî provokatîf û şewitî li dijî herêmê hate danisandin.

Di 5ê Çile de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku bajarê Dêr Hafir ji hêla komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ve hatiye topbarankirin. QSD xuya kir ku topbaran rasterast bajar amanc girtiye û sûcdaran bi tevahî berpirsiyarê sûc û encamên ku derkevin girtiye.

Ev yek piştî raporek ji hêla Daîreya Medya û Ragihandina Hikûmeta Veguhêz ve hate weşandin ku îdia dikir yek ji xalên kontrolê yên nêzîkî Dêr Hafirê hatiye armanc girtin. Lê belê, QSD van îdiayan red kir, di daxuyaniyek fermî de diyar kir ku “li wê herêmê bi tevahî ti çalakî, tevger an operasyonên leşkerî yên QSD tune ne.”

Ev şêwaz ne tenê bi bûyerên dawî ve sînordar e, bûyerên bi vî rengî di mehên dawî de qewimîne. Di 20ê Cotmeha 2025an de, komîteyek leşkerî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarê Tebqa pêşwaziya şandeyek ji Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê kir. Piştî vê civînê, medya raporên kuştina du leşkeran û birîndarbûna yekî sêyem li nêzîkî Bendava Tişrînê belav kirin, her wiha QSD bi awayekî kategorîk red kir.

Di 6ê Cotmeha 2025an de, dema ku danûstandin di navbera şandeyek ji Rêveberiya Xweser û Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê de didomin, komên girêdayî hukumeta veguhêz bi tank û topên giran êrîşek li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan destpêkirin, ji 25ê Îlonê ve di bin dorpêçê de ne. Di encama vê êrîşê de jinek hat kuştin û 19 sivîl û şeş endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî birîndar bûn.

Piştî vê yekê, di 7ê Cotmeha 2025an de, civîneke asta bilind li Şamê di navbera şandeyek ji Rêveberiya Xweser de, di nav wan de Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohlat Efrîn û serokê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê Ehmed el-Şar’i û Wezîrê Derve yê Esed el-Şeybanî hebûn, pêk hat.

Piştî civînê bi sêê rojan, kanala nûçeyan a hikûmeta Veguhêz, El-Îxbariye, raporek weşand ku ji “çavkaniyek leşkerî” re hatiye vegotin û îdia kir ku sê endamên komên çekdar di êrîşeke xwekujî ya bi dronên bêmirov de ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve li gundewarê Dêra Zorê hatiye armanc kirin, birîndar bûne – îdiayek ku QSD dîsa red kir.

Li gorî çavdêran, ev bûyerên dubare nîşan didin ku şêwazek zêdekirina sîstematîk ku bi her hewldanek diyalog an danûstandinê re hevaheng e, heye. Ev yek di ronahiya hedefgirtina leşkerî ya berdewam û dezenformasyona medyayê de pirsên cidî li ser bandora van civînan derdixe holê, rewşa siyasî û ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê hîn tevlihevtir dike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button