Serokê Ukranya Volodymyr Zelensky îro ragihand ku hêzên Ukranya sê cihên Rûsî li herêmên Samara, Savaslyka û Ust-Luga hedef girtine.
Di postek li ser Telegramê de, Zelensky diyar kir ku êrîşan navendeke mûşekî û fezayî ya Rûsî li Samara, baregeha hewayî ya Savaslyka û tesîseke petrolê li bendera Ust-Luga ya Deryaya Baltik hedef girtine, û got ku tesîsa petrolê zirar dîtiye.
Roja Înê, Ukrayna tesîseke hilberandina kondensata gaza Rûsî li bendera Ust-Luga hedef girt.
Di bersivê de, rayedarên Rûsî yên li herêma Samara ragihandin ku êrîşeke Ukrayna binesaziya pîşesaziyê ya li herêmê hedef girtiye.









