Artêşa Îsraîlê rewşa hişyariya bilind ragihandiye, ji bo pêşbîniya pevçûneke leşkerî ya nû bi Îranê re, di nav nirxandinên Îsraîlê yên ku ‘htimaleya operasyoneke leşkerî li dijî Tehranê di rojên pêş de, bi hevrêziya bi Dewletên Yekbûyî re .
Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê asta amadebûna xwe bilind kiriye, li ser bingeha baweriya ku danûstandinên berdewam ên di navbera Washington û Tehranê de dibe ku negihîjin rêkeftineke dawî, û ku vebijarka leşkerî îhtîmaleke xurt dimîne.
Li gorî raporê, artêşa Îsraîlê li ser wê texmînê tevdigere ku “her êrîşeke potansiyel dikare di nav çend rojan de çêbibe”, nemaze piştî daxuyaniyên dawî yên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ku nîşan da ku ew nêzîkî destpêkirina êrîşekê li dijî Îranê ye berî ku şansek din bide dîplomasiyê.
Di raporê de her wiha hebûna hevrêzî û têgihîştinên di navbera Îsraîl û Dewletên Yekbûyî de di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de, di nav de redkirina destûrdayîna Tehran ji bo parastina şiyanên dewlemendkirina uranyûmê, destnîşan kir, her rêkeftinek ku vê şertê nagire nav xwe “ne li gor’ mentiq; ye” tê hesibandin.
Her wiha derdorên ewlehiyê yên Îsraîlê metersiy;n xwe li ser îhtîmala peymanek demkî nîşan dan ku dê sivikkirina sizayan û sûdên aborî bide Îranê li hember paşxistina çareserkirina pirsgirêkên ku Îsraîl bingehîn dibîne, di serî de bernameya wê ya nukleerî û mûşekên balîstîk.
Di heman çarçoveyê de, kanalê ji çavkaniyek Amerîkî vegot ku gotiye Trump ji ber pêvajoya danûstandinan bi Tehranê re “nerazîbûnek zêde” dijî, di heman demê de Pakistan û Qeter hewldanên xwe yên navbeynkariyê di navbera her du aliyan de didomînin da ku hewl bidin ku valahiyên di helwestên xwe de çareser bikin.









