Home / NÛÇE / Şandeyek ji Hesekê, bi serokatiya Mezlûm Ebdî, ji bo nîqaşkirina wntegrekirina hêzên ewlehiyê diçe Şamê

Şandeyek ji Hesekê, bi serokatiya Mezlûm Ebdî, ji bo nîqaşkirina wntegrekirina hêzên ewlehiyê diçe Şamê

Ajansa Nûçeyan a Hawar a Kurdî, bi îdiaya çavkaniyên taybet, ragihand ku şandeyek hikûmetê ji Parêzgeha Hesekê, bi serokatiya Şêwirmendê Serokkomar Mezlûm Ebdî, ji bo temamkirina prosedurên pêkanîna yekbûna hêzên ewlehiyê çû Şamê.

Di nav şandeyê de fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê, Merwan Elî, û cîgirê wî, Mehmûd Xelîl, ku bi navê “Siyamend Efrîn” tê nasîn, digel çend rêvebirên beşên ewlehiyê yên li parêzgehê hene.

Li gorî çavkaniyan, şande dê rêze civînan li Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê li dar bixe da ku li ser pêşveçûna pêvajoya yekbûnê di nav sektora ewlehiyê de û qonaxên din ên pêkanînê nîqaş bike. Tê payîn ku Wezîrê Karên Hundir û berpirsên din ên wezaretê beşdarî civînan bibin.