Wezareta Parastina Rûsya roja Yekşemê ragihand ku hêzên çekdar ên Rûsiya pênc tankên depoyên sotemenî û zeytên rûnî, li gel tesîsên binesaziyê, li bendera Yuzhny li herêma Odessa ya başûye.Ukranya hedef girtin.
Wezaretê diyar kir ku êrîş bi dronan pêk hatiye û tesîsên li benderê hedef girtine ku Moskow îdia dike ku ji bo dakêşandin û hilanîna barhilgirên leşkerî yên ji bo hêzên Ukraynayê têne bikar anîn.
Ev êrîş beşek ji hedefgirtina berdewam a Rûsyayê ya li ser bender, keştî û binesaziyê ye ku, li gorî vegotina Rûsyayê, bi veguhestina kelûpelên leşkerî bo Ukraynayê ve girêdayî ye.
Di rojên dawî de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê êrîşên li ser tesîsên li benderên Odessa, Mykolaiv û Chornomorsk ragihand, û îdia kir ku armanca van operasyonan kêmkirina şiyanên leşkerî û aborî yên hêzên Ukraynayê ye.









