Home / NÛÇE / Qedexekirina Xwepêşandan li Reqa û Girtina Çend Sivîl

Qedexekirina Xwepêşandan li Reqa û Girtina Çend Sivîl

Reqa – Medya herêmî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê îro li Reqa xwepêşandaneke plankirî ya bi navê “Protestoya Rûmetê” asteng kirine.

Li gorî raporên medya herêmî, hêzên ewlehiyê li dora Çarxereya el-Neîm dorpêçek danîne û rê li ber lidarxistina kombûnê girtine.

Di raporê de hat zêdekirin ku hêzên ewlehiyê operesyoneke girtinê pêk aniye û tu ravekirinek fermî di derbarê sedemên çalakiyan an jî hejmara kesên hatine girtin de nehatî dayîn.

Hejmarek çalakvanan berê ji bo protestokirina şert û mercên jiyanê û xizmetên giştî, û her wiha ji bo bilindkirina daxwazên têkildarî rewşa ewlehiyê ya li herêmê, bang li kombûnê kiribûn.