Dezgehên medyayî yên nêzîkî Parêzvanên Neteweyî li Swêdayê îro sibehê ragihandin ku otomobîla çalakvanê medyayî û endamê Parêzvanên Neteweyî Basêl el-Şe’êr bi mayînekê hat hedefgirtin.
Wan diyar kir ku teqîn li nêzîkî Dibistana Ehmed Qasim Cuma li rojavayê bajêr çêbûye, di encamê de zirarên madî çêbûne.
Tu aliyekî fermî an nefermî berpirsiyariya teqînê negirtiye ser xwe û Parêzvanên Neteweyî hîn daxuyaniyek fermî nedaye.









