Home / NÛÇE / Netanyahu vekişîna ji herêmên ku Îsrayîl li Sûriyê kontrl kiriye red dike

Netanyahu vekişîna ji herêmên ku Îsrayîl li Sûriyê kontrl kiriye red dike

Rojnameya Îsraîlî Maariv, ji çavkaniyên Îsraîlî yên agahdar, ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu di pêwendiyeke telefonî ya dawî de bi Serokê Amerîka Donald Trump re red kir ku ji herêmên li Sûriyê yên ku di bin kontrola Îsraîlê de ne, û her wiha ji çeperên li başûrê Lubnanê vekişe.

Li gorî rojnameyê, bang li  hewldanên Amerîkayê yên ji bo ji nû ve avakirina rêziknameyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn bû, û rêveberiya Trump zext li Tel Avîv kir ku hebûna xwe ya leşkerî li hin deveran kêm bike da ku pêşî li aloziyên zêdetir û vekirina eniyên nû li herêmê bigire.

Raportê destnîşan kir ku Netanyahu ji Trump re ragihandiye ku vekişîna ji herêma tamponê ya li Bilindahiyên Golanê yên Sûriyê “xeta sor a ewlehiyê” pêk tîne, û tekez kir ku hebûna leşkerî ya Îsraîlê ya berdewam li wir ji bo pêşîgirtina li vegera bandora Îranê an bicihkirina komên alîgirê Tehranê li nêzîkî sînor girîng e.

Her wiha Netanyahu bawer dike ku her vekişîn ji herêmên ku di bin kontrola Îsraîlê de ne dikare bibe sedema “valahîyek ewlehiyê” ku dikare ji hêla dijberên Îsraîlê ve were bikar anîn.