Kobanê – Mecilîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Kobanê îro xwepêşandanek li dar xist û daxwaza eşkere çarenûsa girtiyên Kurd û azadkirina wan kirin.
Xwepêşanderan pankartên bi sloganên wekî “Em şehîdên xwe, girtiyên xwe û windahiyên xwe dixwazin” bilind kirin û tekez kirin ku daxwaza wan a sereke azadkirina hemû girtiyan e.
Hêjayî gotinê ye ku sê komên dîlgirtiyan vê dawiyê di çarçoveya danûstandinên girtiyan ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, li gorî rêkeftina 29ê Çile, hatin berdan.









