Dezgehên medya yên Kurdî û çavkaniyên nêzîkî malbatên dîlgirtiyêngirêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li Helebê tawanbar dikin ku rê li ber malbatan digirin ku serdana kurên xwe bikin an jî agahdarî li çarenûsa wan zanibin. Ev yek di demekê de tê ku gefên yekser li ser malbatên ku hewl didin bigihîjin navendên girtinê tên kirin.
Li gorî medya herêmî, di rojên dawî de çend malbat çûne Helebê, tê bawerkirin ku kurên wan li wir di girtîgehan de ne. Lê belê, endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî rê li ber wan girtin ku serdana kurên xwe bikin an jî bi wan re têkilî daynin û gef li wan xwarin ku eger ew kombûnên xwe li ber van navendan belav nekin, ew ê werin revandin.
Malbatên dîlgirtiyên, wekî ji hêla medya Kurdî ve hatî ragihandin, destnîşan kirin ku di derbarê cihên ragirtinê yên di nav bajêr de agahdar in, bi taybetî şaxa Ewlekariya Leşkerî ya nêzîkî çerxa El-Basêl û şaxa Ewlekariya Siyasî li taxa Silêmaniyê, ji bilî cihekî ku tê bawerkirin girtîgehek veşartî ye, li jêrzemîna avahiyek di navbera Mizgefta El-Tewhîd û Stadyuma Serpereştiya Ciwanan de. Dezgehên medyayî yên Kurdî, ji çavkaniyên bênav, hebûna navendên din ên girtinê li herêma Şiqeyêf, li bakurê taxa Şêx Meqsûd û her weha zindanên li Minbic, Hums û zindana El-Eqtan, ku hem girtiyên sivîl û hem jî yên leşkerî tê de ne, ragihandin.
Di vê çarçoveyê de, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê ji bo Karûbarên Herêma Rojhilat, Sîpan Hemo (Samîr Oso), astengkirina berdana dîlgirtiyênû bikaranîna wan wekî kaxezeke zextê neexlaqî dît û tekez kir ku peymana entegrasyonê divê valakirina tevahî û bê şert û merc a hemî girtîgehan di nav xwe de bigire.
Ji aliyê xwe ve, Ehmed El-Hîlalî, berdevkê tîma serokatiyê ku bi pêkanîna rêkeftina 29ê Çile ve hatî erkdarkirin, diyar kir ku pirsgirêka dîlgirtiyên”dê di demek nêzîk de çareser bibe” bêyî ku hewcedariya danûstandinan hebe û tekez kir ku “aliyan wê qonaxê derbas kirine.”
Hêjayî gotinê ye ku bakur û rojhilatê Sûriyê hema hema rojane rastî xwepêşandan û rûniştinên ku ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dixwazin dîlgirtiyan berdin û çarenûsa wan eşkere bike, dikin.









