Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ji nû ve topên giran avêtin taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê û hin deverên bakurê taxê kirin armanc.
Di vê çarçoveyê de, Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Helebê daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rastî çar êrîşên li pey hev bi dironan re hatin, di encamê de sivîlek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.






