Rayedarên Îranê îro ragihandin ku Babek Şahbazî piştî ku bi sîxuriya ji bo dezgeha îstîxbarata Îsraîlê (Mosadê) hate mehkûmkirin, hatiye darvekirin.
Ajansa Nûçeyan a “Tasnim” a Îranê ragihand ku Şehbazî di veguhestina agahiyan bo saziyên bi Îsraîlê ve girêdayî de beşdar bû, û destnîşan kir ku ceza piştî temamkirina prosedurên qanûnî û pejirandina ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye bicîhanîn.
Li gorî ajansê, Şehbazî wekî peymankarekî pispor di dîzankirin û sazkirina alavên sarincokê yên pîşesaziyê de dixebitî, û di şîrketên girêdayî saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê yên di nav welêt de çalak bû.






