Home / NÛÇE / Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şamê Pênc Xizmên Rustum el-Xezalî Girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şamê Pênc Xizmên Rustum el-Xezalî Girtin

Dezgehên medyayên alîgirê hikûmetê ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di serdegirtinên ewlehiyê yên li paytext Şamê de pênc xizmên Generalê berê  Rustum el-Xezelî girtin.

Kesên ku hatine girtin birayên el-Xezelî, Hemze Ebdo Talêb el-Xezelî û Nazêm Ebdo wihêb el-Xezelî, li gel Cemal Mihemed Cemal el-Xezelî, Ebdo el-Malik el-Xezelî, û Eqîd Ecwad el-Xezelî, biraziyê Rustum el-Xezelî ne.

Li gorî raporan, operasyon piştî lêpirsînek ewlehî û îstîxbaratê li ser hewldanên bertîlê yên ji bo bandorkirina li darizandina hin kesan pêk hat.

Li gorî raporan, hefteya borî, Rêveberiya Dijî Terorê, lîtnant-kolonelê polîsê Reqqayê yê berê Musab Ebû Rukba li bajarokê Newa li gundewarê Derayê girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha Xalid el-Ebd girtin, ku berê di dema rejîma berê de wek Serokê Beşa Karûbarên Olî li Şaxa Ewlekariya Dewletê li parêzgeha Dêra Zorê kar dikir.