Home / NÛÇE / Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê rojavayê Dere’a bû û piştira vekişiya

Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê rojavayê Dere’a bû û piştira vekişiya

Duh, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ji pênc wesayîtan pêk dihat, derbasî baregeha Cemla, ya li herêma hewza Yermûk a gundewarê rojavayê Derayê bû. Berê ev baregeh ji aliyê rejîma Sûriyê yê berê ve dihat bikaranîn.

Medya herêmî ragihand ku ev hêz ketiye wir û ji bo demek kurt li wir bi cih bûye. Bê ku agahî derbara raporên şer an pevçûnan li herêmê hebin.

Piştî ku operasyona xwe di hundirê baregehê de temam kir, ev hêz ber bi rêya Seyda-Hanût û Wadî El-Reqad vekişiya.

Hêjayî gotinê ye ku başûrê Sûriyê, bi taybetî jî gundewarê rojavayê Derayê yê ku bi xetên pêşîn ve sînor e, di hefteyên dawî de gelek êrîş lê hatine kirin.