Fermandariya Giştî ya YPJ bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Murhef Ebû Qesra re civînek li dar xist, di wê civînê de wan li ser rêbazên entegrekirina hêzên jinan di Wezareta Parastinê û Artêşa Sûriyê de nîqaş kirin.
Di civînê de aliyên rêxistinî û yasayî yên têkildarî pêvajoya entegrekirinê, her wiha rola jinan û beşdariya wan di saziya leşkerî de di qonaxa pêş de hatin nîqaşkirin.
YPJ diyar kir ku Wezîrê Parastinê di berdewamiya diyalogê de di derbarê misogerkirina beşdariya jinan di nav saziya leşkerî de nermbûn nîşan da û destnîşan kir ku wan di civînê de daxwaza berdana hevalên xwe yên girtî kirin.






