Medya Tirkiyê îro sibê ragihand ku Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MIT), bi hevkariya îstixbarata Sûriyê, operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş li nav axa Sûryê pêk aniye, di encamê de 10 endamên DAIŞê yên ku li ser belavokên sor a Interpolê dihatin xwestin hatine girtin.
Li gorî medya Tirkiyê, kesên hatine girtin ji bo darizandinê ji Tirkiyê re hatine veguhastin. Ajansa Anadol ya Tirkiyê destnîşan kir ku yek ji wan kesên hatine girtin bi beşdarbûna di teqîna îstasyona trênê ya Enqerê ya 2015an de tê tawanbarkirin, ku di encamê de 103 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Çavkaniyan diyar kirin ku operasyon beşek ji hevrêziya ewlehiyê ya hevbeş a di navbera her du aliyan de bû ji bo şopandina endamên DAIŞê li nav axa Sûriyê.









