Li saloneke dawetê li Îdlibê piştî pevçûneke di navbera çend xortan de, ku veguherî gulebaranê, pevçûneke çekdarî çêbû. Sedemên bûyerê hîn jî di bin lêkolînê de ne.
Hêzên ewlehiyê ji bo bidawîkirina pevçûnê û vegerandina aramiyê zû mudaxele kirin, di heman demê de rayedarên pêwendîdar ji bo eşkerekirina şert û mercên bûyerê û girtina kesên têkildar lêpirsînek dan destpêkirin.
Li gorî amarên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka vê salê ve hejmara pevçûnên malbatî û eşîrî li deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de gihîştiye 92 pevçûnan, di encamê de 74 kes mirin û 162 kes birîndar bûn, di nav wan de sê jin û zarokek hebûn.
Li Îdlibê, Çavdêriyê ji destpêka salê ve 11 pevçûn belge kir, di encamê de neh kes, di nav wan de jinek, mirin û 20 kesên din jî birîndar bûn.









