Home / NÛÇE / Derbasbûnên nû yên Îsraîlê bo ser gundewarê Dera û Qunêtra û lêpirsîna sivîlan

Derbasbûnên nû yên Îsraîlê bo ser gundewarê Dera û Qunêtra û lêpirsîna sivîlan

Dewriyeke artêşa Îsraîlê li rojavayê gundê El-Işa, nêzîkî xeta agirbestê li gundewarê Qunêtra, ket nav herêma. Wan çend şivan li cihê bûyerê rawestandin û lêpirsîn kirin berî ku bêyî girtin an binçavkirina kesî vekişin.

Di bûyerek cuda de, çavkaniyek herêmî ji Dalil24 re got ku dewriyeke Îsraîlê ya ji sê wesayîtan pêk dihat ji aliyê gundê Cemla yê li herêma Hewza Yermûkê ya gundewarê rojavayê Dera ve ket nav gund. Ew berî ku li ser rêya ku ber bi gundê Kuya, nêzîkî Bîr el-Xabitî ve diçe, ji gundê Abdîn derbas bûn û paşê ber bi gundê Maariye vekişiyan.

Artêşa Îsraîlê li deverên sînor dewriyeyê digerîne, xalên kontrolê yên demkî ava dike û lêpirsîna sivîlan li deverên gundewarî û bajarokên parêzgehên Dera û Quneytrayê didomîne, ev yek jî hevdem e bi xwepêşandanên xizmên kesên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine revandin li ber baregeha UNDOFê li Nebea el-Fewwarê, ku daxwaza berdana wan û eşkerekirina çarenûsa wan dikin.