Parêzgehên Dere’a û Qunêtra rastî zêdebûna leşkerî tên ku bi tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li başûrê Sûriyê re hevdem e, di demekê de ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li gelek deveran belav dibin.
Medya herêmî ragihand ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî duh êvarê li bajarê Senameynê li gundewarê Dere’ayê merasîmek leşkerî lidar xistin, ku bi derbasbûna hêzên Îsraîlê, bi piştgiriya tankan, bo herêma Wadî El-Reqad a nêzîkî gundê Cemlayê re hevdem bû. Dengê guleyên giran ên makîneyan li deverên herêmê dihat bihîstin.
Li gundewarê başûrê Qunêtra, artêşa Îsraîlê ji baregeha Til Ehmer El-Xerbî bi tundî ber bi erdên çandiniyê yên derdorê ve gulebaran kir, çend demjimêr piştî ku raporên li ser bilindkirina ala Îsraîlê li ser Tel Ehmerê li parêzgehê belav bûn.
Ev zêdebûna şer beşek ji rêze êrîş û binpêkirinên dubare li deverên sînorî yên parêzgehên Qunêtra û Dere’ayê ye, di demekê de ku hêzên Îsraîlê hema hema rojane êrîş û lêgerînên berdewam dikin.









