Home / TENDIRÛSTÎ / Belavbûna Hantavîrusê ya Sînorkirî Di bin Çavdêriya Navneteweyî de Ye

Belavbûna Hantavîrusê ya Sînorkirî Di bin Çavdêriya Navneteweyî de Ye

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) piştrast kir ku belavbûna Hantavîrusê ya li ser keştiyek geştiyariyê,  bû sedema mirina sê kesan, niha nîşan nade destpêka derdek an belayek cîhanî ye, û tekez kir ku xetera ji bo tenduristiya giştî kêm dimîne.

Maria Van Kerkhove, Rêvebera Daîreya Pêşîlêgirtin û Amadekariya Derdan ya WHO, diyar kir ku her çend ev ne destpêka derdek an belaeyek be jî, ew girîngiya zêdekirina veberhênanê di lêkolîna li ser vîrusên derketî û pêşxistina amûrên teşhîsê, vakslêdan û dermanan de destnîşan dike.

Wê zêde kir ku tespîtkirina zû ya bûyeran û şopandina têkiliyan rolek girîng di sînordarkirina belavbûna vegirtin û kontrolkirina her belavbûnek potansiyel de dilîzin, tekez kir ku hebûna amûrên teşhîs û dermankirinê rasterast beşdarî rizgarkirina jiyanan dibe.

Keştiya geştiyariyê MV Hondius, ku ji Arjantînê ber bi Cape Verde(Res el Exder) ve diçû, piştî ku heşt bûyerên gumanbar hatin tomar kirin, di nav de sê mirin. Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Tedros Adhanom Ghebreyesus, rave kir ku pênc ji heşt bûyeran wekî Hantavirus hatine piştrast kirin, lê sê bûyer hîn jî di bin lêkolînê de ne.

Hantavirus vîrusek e ku bi gelemperî ji kartebir derbasî mirovan dibe, bi taybetî bi rêya têkiliya bi mîz, tif, an pîsîtiya qirêj, an jî bi kişandina molekulên qirêj di cîhên girtî de. Piraniya cureyan di navbera mirovan de nayên veguhastin, ji bilî îstîsnaya pir kêm a cureya Andean, ku bi şiyana xwe ya kêm a belavbûna ji mirovekî bo mirovekî tê zanîn.

Nîşaneyên  Hantavirus di giraniyê de diguherin û di hin rewşan de dikarin bibin sedema mirinê. Ew bi Gelemperî bi nîşanên mîna gripê yên wekî ta, serêş û êşa masûlkeyan dest pê dikin, berî ku di hin nexweşan de bibin tevliheviyên girantir.

Nexweşiyên herî berbiçav ên ku ji hêla Hantavirusan ve têne çêkirin Sendroma Pişikê ya Hanta (HPS an HCPS) û Tayê Hemorrajîk bi Sendroma Gurçikê (HFRS) ne, ku dikarin bibin sedema tevliheviyên gurçikan, di nav de têkçûna gurçikan. Cureyên vîrusê yên Ewropî û Asyayî bi gelemperî bi tayê xwînrijandinê bi sendroma gurçikê ve girêdayî ne, di heman demê de cureyên vîrusê yên Emerîkaya Bakur û Başûr bi sendroma pişikê ya hantavîrusê ve girêdayî ne, ku di hin rewşan de dikare bibe sedema edema pişikê û sendroma tengasiya nefesê ya akût (ARDS).