Roja Pêncşemê, Silêman Salih Ebşî, niştecihê gundê El-Şuhêb li gundewarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê, di gulebaranekê de li ser rêya di navbera bajarokên Selemiye û El-Sebûra de hat kuştin.
Li gorî medyaya herêmî, Ebşî wekî ajokarê otobusê dixebitî û dema ku li ser rêya di navbera Selemiye û El-Sebûrayê de diçû, ji aliyê çekdarekî nenas ve hat gulebarankirin.
Polîsên El-Sebûrayê û Daîreya Lêpirsîna Sûc lêpirsînek li ser bûyerê dan destpêkirin, ku li herêma di navbera gundên El-Şuheyb û Xinêfîs li gundewarê rojhilatê Hemayê qewimî, da ku şert û mercên sûc werin eşkerekirin û sûcdar bên naskirin.









