Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniyekê de, li ser bûyer û zextên dawî yên li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku di vê qonaxê de nakokiyên xwe bidin aliyekî û li ser parastina maf û destkeftiyên neteweyî helwesteke hevbeş bigirin.
KNK bi taybetî bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku ji nêzîk ve hevkariyê bikin û bi yekrêzî li hember zext û gefên ku li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê hene bisekinin.
Di daxuyaniyê de girîngiya yekhelwestî û hevkariya di navbera hêzên siyasî de hate destnîşankirin û hat gotin ku parastina destkeftiyên neteweyî hewceyê nêzîkbûn û lihevkirina di navbera aliyên siyasî de ye.








