Home / POLÎTÎKA / Mazlûm Ebdî: Metirsîya şaneyên DAIŞê hîn jî berdewam e

Mazlûm Ebdî: Metirsîya şaneyên DAIŞê hîn jî berdewam e

Mazlûm Ebdî, şêwirmendê Serokê Sûriyê, li ser êrîşa li dijî yek ji navendên Ewlekariya Navxweyî li bajarê Hesekê daxuyanî da û diyar kir ku ev bûyer, ku tê îdiakirin şaneyek girêdayî bi rêxistina DAIŞê pêk aniye, nîşan dide ku metirsîya vê rêxistinê û şaneyên wê yên razayî hîn jî heye.

Ebdî bal kişand ser berdewamiya çalakiyên DAIŞê yên ku armanca wan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Wî ji bo du endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji malbatên wan re şand û ji birîndaran re jî saxî û başbûn xwest.

Her wiha, Ebdî diyar kir ku ew ê tevî berdewamiya êrîşan, hewldanên xwe yên şopandin û têkbirina şaneyên DAIŞê û parastina ewlehî û aramiya herêmê bidomînin.