Home / NÛÇE / Pirtûkxaneyeke gerok çanda xwendinê li 12 gundên Rojhilatê Kurdistanê belav dike

Pirtûkxaneyeke gerok çanda xwendinê li 12 gundên Rojhilatê Kurdistanê belav dike

Li bajarê Ciwanroyê û devera Hewramanê ya parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, bav û kur bi pirtûkxaneyeke gerok ku nêzî 3 hezar û 800 pirtûk dihewîne, çanda xwendinê li 12 gund û deverên gundewarî belav dikin.

Li gorî raporên medya herêmî, ev destpêşxerî ji bo zarok û ciwanan çavkaniyên perwerdehî û çandî peyda dike. Di çarçoveya vê projeyê de, civînên xwendinê, vegotina çîrokan û helbestxwendin bi zimanên Kurdî û Farisî tên lidarxistin, nemaze ji bo zarokên ku derfetên wan ên gihîştina pirtûkxane û materyalên xwendinê kêm in.

Husên Mihemedî, mamosteyekî teqawîtbûyî û nivîskarê çîrokên zarokan, heta niha zêdetirî 18 pirtûk ji bo zarok û mezinan nivîsîne û çap kiriye.Tevî bandora çandî ya vê destpêşxeriyê, projeyê bi kêmasiya piştgiriya darayî û zehmetiyên lojîstîkî re rû bi rû ye.

Ji bo domandina xebatê, pêdivî bi piştgiriya darayî û baştirkirina wesayîta veguhastina pirtûkan heye. Digel van zehmetiyan, bav û kur xebata xwe li gundan didomînin.