Navenda KG Lobby Center, bi hevkariya saziyên Kurdî û navneteweyî, dê di 26ê Mijdara 2026an de civîneke taybet li Qesra Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li dar bixe. Ev civîn di çarçoveya Foruma Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Hindikahiyan de, ku di 26 û 27ê Mijdarê de tê lidarxistin, dê were kirin.
Civîn dê ji saet 9 heta 10ê sibehê, li salona IX ya avahiya A ya Qesra Neteweyên Yekbûyî, bi sernavê «Ji parastinê ber bi hevkariyê: Xurtkirina piştgiriya navneteweyî ji bo mafên Kurdî, hesabpirsîn ji berpirsên sûcên qirkirinê û parastina nasnameya Kurdî li Herêma Kurdistanê ya Iraqê» were lidarxistin.
Li gorî bernameyê, heft axêver, lêkolîner û nûnerên saziyên Kurdî û navneteweyî dê beşdarî civînê bibin.Di nîqaşan de dê mijarên xurtkirina piştgiriya navneteweyî ji bo mafên gelê Kurd, hesabpirsîn ji berpirsên sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, parastina nasnameya Kurdî û rola saziyên navneteweyî di şopandina van dosyeyan de bên nîqaşkirin.
Foruma Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Hindikahiyan, ku îsal digihîje çapa xwe ya nozdehan, dê di 26 û 27ê Mijdarê de li Cenevreyê, bi mijara «Xurtkirina mafên hindikahiyan bi rêya destpêşxerî û hevkariya herêmî» were lidarxistin.









