Home / NÛÇE / Îlham Ehmed: Mafên jin di destûra Sûriyeyê de divê bên misogerkirin

Îlham Ehmed: Mafên jin di destûra Sûriyeyê de divê bên misogerkirin

Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku parastina destkeftiyên jinan û misogerkirina mafên wan di destûra Sûriyeyê de ji erkên sereke yên qonaxa heyî ye.

Wê her wiha bang li jinan kir ku li dijî tundiyê xwe birêxistin bikin û bi helwesteke yekgirtî tevbigerin.Di axaftina xwe ya ji Rojnews re, Ehmed destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Beisê û avakirina rêveberiyeke nû, hin guhertin di rewşa jinan de çêbûne, lê ev guhertin li gorî daxwaz û armancên wan nînin.

Wê anî ziman ku bi taybetî di warê destkeftiyên jinên Kurd û naskirina fermî ya mafên wan de paşveçûnek heye.Ehmed diyar kir ku jin dê ji destkeftiyên xwe dev bernedin û parastina wan bi hişyarî, çand û îradeya civaka Kurd ve girêdayî ye.

Tekez kir ku misogerkirina hebûn û mafên jinan di destûra Sûriyeyê de divê bibe erkeke sereke.Derbarê rewşa zimanê Kurdî de jî, Ehmed got tevî ku ev ziman bi fermî hatiye naskirin, lê di pratîkê de hîn di civak û pergala perwerdeyê de bi awayekî pêwîst nayê bikaranîn. Wê bal kişand ser girîngiya cîbicîkirina mafên destûrî, da ku gelê Kurd bikaribe nasname û kesayetiya xwe biparêze û bi zimanê xwe perwerde bibîne.

Di beşa dawî ya axaftina xwe de, bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê, Ehmed li ser tundiya li dijî jinan rawestiya û got ku veqetandina rojekê ji bo hişyarkirinê û parastina mafên jinan têrê nake. Wê bang li jinan kir ku li dijî tundiyê xwe birêxistin bikin, helwesteke hevbeş û yekgirtî nîşan bidin û bi hevkariya hev çalakiyên curbicur li dar bixin.