Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serdana herêma Kerekê ya Urdunê kir û sersaxî ji malbatên kesên di êrîşa li ser dêra Kerekê de ku di 23ê Cotmehê de pêk hatibû, jiyana xwe ji dest dane, xwest.Her wiha, şandeyê di serdanê de piştgiriya xwe ji malbatên qurbanî re nîşan da û tundûtûjiyên ku jiyana hevbeş û pirrengiya olî û çandî tehdîd dikin, şermezar kir.Herwiha, şandeyê li ser girîngiya berdewamkirina hewldanên ji bo aşitî, aramî û xurtkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhate û baweriyên olî de rawestiya.
Şandeke PYD’ê serdana malbatên qurbaniyên Kerekê kir









