Home / NÛÇE / ciwanên Kurd ji Lîbyayê vedigerin Başûrê Kurdistanê

ciwanên Kurd ji Lîbyayê vedigerin Başûrê Kurdistanê

Komeke ji 6 ciwanên Kurd ku zêdetirî du mehan li Lîbyayê asê mabûn, dê vegerin Başûrê Kurdistanê.Çar ji ciwanan ji Raperînê ne, yek ji Koyeyê û yek jî ji Dûkanê ye. Li gorî agahiyan, wan bi armanca çûyîna Ewropayê berê xwe dabû Lîbyayê, lê ji aliyê qaçaxçiyan ve hatibûn desteserkirin.Bi vegera van ciwanan, hejmara koçberên ku di nav salekê de ji Lîbya û Tûnisê vegeriyane, ji 500 kesî derbas bûye. Her wiha, 18 koçberên din hîn li Lîbyayê ne û tê payîn ku di rojên bê de vegerin. Çarenûsa 11 koçberên ku nêzîkî çar mehan e winda ne, hîn nayê zanîn.