Yekitiya Xwendekarên Welatparêz biryara Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê ya derbarê entegrasyona Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê de red kir û daxwaz kir ku mafên xwendekaran û serxwebûna saziyên akademîk bên parastin.Yekîtiyê hişyarî da ku entegrasyon divê ne li ser hesabê xwendina bi zimanê dayikê be û daxwaz kir ku biryarên têkildarî pêşeroja zanîngehan ji nû ve bên nirxandin.Di heman demê de, ji destpêka sala xwendinê ya 2026–2027’an, xwendekar û mamosteyên Kurd li Kobanê, Hesekê û Qamişlo li dijî sînordarkirina dersên Kurdî bi sê demjimêran di hefteyê de xwepêşandan lidar xistin û daxwaz kirin ku Kurdî bibe zimanê sereke yê perwerdehiyê.Tevî ku Fermana Hejmara 13 a Sûriyeyê di Çileya 2026’an de zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî nas kir, rêzikên bicihanînê yên paşê dersên Kurdî sînordar kirin. Xwendekar û mamosteyan jî daxwaz kirin ku mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê di pratîkê de were misoger kirin.
Yekitiya Xwendekaran biryara entegrasyona Zanîngeha Rojava û Kobanê red kir








