Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Hadî Îlyas, ragihand ku li gorî peymaneke dawî ya bi hikûmeta federal a Îraqê re, nêzîkî 4 hezar û 500 heta 5 hezar şervan dê tevlî artêş û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê bibin.Li gorî Îlyas, pêvajoya tevlîbûnê dê gav bi gav pêş biçe û tê payîn ku heta salekê bidome. Şervanên YJŞ û endamên Asayîşa Êzidxanê jî dê di çarçoveya vê pêvajoyê de bên dabeşkirin; her wiha, li gorî peymanê, hin fermandarên jin dê di nava artêşê de cih bigirin.Îlyas diyar kir ku mûçe û mafên şervanan dê li gorî rêzikên fermî yên dewleta Îraqê bêne destnîşankirin. Ew her wiha got ku çekên heyî dê di çarçoveya yekîneyên nû de ji bo parastina deverê bên bikaranîn.YBŞ û YJŞ di sala 2014an de, di dema êrîşên DAIŞê li ser gelê Êzidî ya Şingalê de, hatin damezrandin. Li gorî Îlyas, armanca peymanê parastina civaka Êzidî, vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şingalê ye.
YBŞ: Nêzîkî 5 hezar şervan dê tevlî hêzên Îraqê bibin









