Home / NÛÇE / Li Rojhilatê Kurdistanê welatiyên Kurd tên girtin û cezakirin

Li Rojhilatê Kurdistanê welatiyên Kurd tên girtin û cezakirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana di raporeke xwe ya dawî de ragihand ku çend welatiyên Kurd li Îranê hatine girtin an jî cezayên girtîgehê li wan hatine birîn.Li gorî raporê, Nebî Sofî ji ber çalakiyên xwe yên li ser Instagramê bi 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Keywan Aştab, hemşîreyek û perwerdekar ji Mehabadê, piştî serdana dadgehê hatiye girtin; berê jî bi 9 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.Herwiha, Mihemed Nasirî di 26’ê Cotmehê de li Kirmaşanê piştî bangkirina dozgeriyê hatiye binçavkirin û ber bi cihekî nenas ve hatiye veguhastin. Hadî Azereg jî di 23’ê Cotmehê de li Bicnûrdê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatiye girtin.Li gorî Hana, Mubîn Mahîgî, ku di 21’ê Cotmehê de li parêzgeha Îlamê hatiye girtin, şeş rojan e agahî li ser çarenûsa wî tune ye.