Îro şandeke ku ji rêveberê kompanya petrola Sûriyê Yûsif Qiblawî û hejmarek ji berpirsên kompanyayê pêk dihat, li gel rêveberê HKN Energy û şandeke wê kompaniyê bi serdaneke meydanî ya li bajarê Qamişlo gihîştin herêmê.
Biryare heyet serdana bîrên Rimêlan bike, di nav wan de navendên berhemanîna neftê û zeviyên gazê, ji bo agahdarî ji kar û pirosesên operasiyona li çend cihên neft û gazê, û gotûbêjkirina mekanîzmayên pêşxistina wan di qonaxa bê de.
Her wiha tê çaverêkirin ku şanda mêvan di dawiya serdanê de civîneke rojnamevaniyê lidar bixe û tê de rastiya sektora neft û gazê û planên kar û xebata li bîr û navendên petrolê di heyama bê de binirxîne.









