Home / NÛÇE / Dizîna çekdarî  xaniyekî li gundewarê Kobaniyê hedef girt, 1600 pez û bi hezaran dolar hatin dizîn

Dizîna çekdarî  xaniyekî li gundewarê Kobaniyê hedef girt, 1600 pez û bi hezaran dolar hatin dizîn

Xaniyek li gundê Mandik, li navçeya Celabiye ya gundewarê Kobaniyê, bû hedefa dizînek çekdarî ku ji aliyê komeke bi cilên leşkerî ve hat kirin. Kom bi sê otomobîlan, digel çar kamyonên ku ji bo veguhestina pez dihatin bikar anîn, hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdaran êrîşî xanî kirin, xwediyê xanî û kurên wî girêdan, û dûv re bi çekan dest bi talankirina eşyayên malbatê kirin.

Di encama dizînê de nêzîkî 3000 dolarên Amerîkî, û her weha hemî telefonên desta yên malbatê hatin dizîn. Êrîşkaran her wiha nêzîkî 1600 pez ji keriyek cîran a malbatê desteser kirin, ku yek ji mezintirîn diziyên ku herêm di van demên dawî de dîtiye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku guman li ser endamên komên Hemzat û Amşat, ku her du jî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve girêdayî ne, dikevin, her çend hîn daxuyaniyek an şîroveyek fermî van tohmetan piştrast nekiriye an red nekiriye.

Ev bûyer di demekê de tê ku gilî û gazindên li ser talankirin û binpêkirinên dubarekirî yên li dijî sivîlan li çend deverên gundewarê Kobaniyê zêde dibin. Daxwaz hene ku lêpirsînek li ser bûyerê were kirin, kesên berpirsiyar werin hesabpirsîn û tedbîr werin girtin da ku têkçûna ewlehiyê were sînordarkirin û sivîl û milkê wan werin parastin.