Dezgehên medyayên Kurdî ragihandin ku endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî ya Sûriyê îro di sibehê de li xala kontrolê ya El-Hemrat li bajarê Reqa ciwanekî girtin. Ew bi otobuseke rêwiyan ji Helebê ber bi parêzgeha Hesekê ve diçû.
Li gorî çavkaniyan, navê kesê girtî Şêx Mûsa ye û ji gundên Midana yên navçeya Raco ya gundewarê Efrînê ye, temenê wî nêzîkî 30 salî ye.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku girtin piştî lêgerîna telefona wî pêk hat. Endaman îdia kirin ku berî ku wî bibin baregeheke Ewlekariya Giştî li bajarê Reqa, wêneyên têkildarî “sembolên Kurdî” dîtine. Derbarê çarenûsa wî an jî sûcdariyên li dijî wî de ti agahî nehatine dayîn.
Ev bûyer piştî tohmetên ku dezgehên medyayî yên Kurdî di destpêka vê mehê de kirin ku hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hejmarek ciwanên Kurd li xala kontrolê ya El-Kerame li gundewarê Reqa dema ku ji parêzgeha Hesekê ber bi Efrîn ve diçûn girtin.
Van dezgehên medyayê ji malbatên girtiyan re gotine ku hejmara kesên hatine girtin herî kêm 30 e, di nav wan de jin jî hene, û destnîşan kirine ku girtin bêyî ku heta niha ti sedemek zelal were ragihandin an jî ti hincetek qanûnî were pêşkêş kirin, pêk hatine.
Rayedarên Sûriyeyê di derbarê van bûyeran an jî hejmara girtiyan de ti daxuyanî nedane, di heman demê de rêxistinên sivîl û mafên mirovan daxwaz dikin ku sedemên girtinan werin eşkerekirin û prosedurên qanûnî û mafên girtiyan werin garantîkirin.









