Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dezgeha Ewlekariya Giştî li bajarê Serê Kaniyê, li gundewarê Hesekê, ji kesên koçber ên li bajar û deverên derdora wê dijîn ji parêzgehên din xwestiye ku agahiyên xwe tomar bikin. Ev yek di çarçoveya prosedurên têkildarî vegera niştecihên Serê Kaniyê bo malên xwe de, ji bo organîzekirina karwanan e ji bo veguhestina wan bo deverên wan ên resen.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê rave kir ku rayedarên têkildar bang li kesên koçber kirine ku serdana stasyonên bakur û başûr ên di nav bajêr de bikin da ku serlêdanên xwe yên qeydkirinê pêşkêş bikin û prosedurên pêwîst temam bikin.
Her wiha Ewlekariya Giştî hişyarî da ku bi her sazî an kesan re ku di berdêla valakirina malan an hêsankirina veguhastinê de pereyan dixwazin, mijûl nebin, û ji niştecihan xwest ku her rewşek wusa ragihînin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên têkildarî organîzekirina vegera kesên koçber bo deverên wan ên resen de, li gorî peymana 29ê Çile di navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ne.
Hêjayî gotinê ye ku ji dawiya sala 2019an vir ve hejmareke mezin ji koçberan li Serê Kaniyê û gundewarê wê bi cih bûne, piştî operasyona leşkerî ya ku li herêmê pêk hat û komên bi piştgiriya Tirkiyê li ser wê ketin bin kontrola xwe, û piştre pêlên koçberiyê yên niştecihên resen ên Kurd ên herêmê ber bi deverên din ên parêzgeha Hesekê ve.









