Home / NÛÇE / Serokê Sûriyê Wezîr û Parêzgarên Nû Erkdar Dike

Serokê Sûriyê Wezîr û Parêzgarên Nû Erkdar Dike

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şer’i rêze fermanên serokatiyê derxist ku tê de tayînkirinên nû li ser asta wezîretan, cihên îdarî û parêzgehan jî hene, di yekem guhertina fereh a hikumetê de ji dema avakirina hikûmeta veguhêz piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed.

Ev yek di demekê de tê ku rexneyên raya giştî yên têkildarî rewşa aborî, kêmbûna xizmetguzariyan û xirabûna rewşa ewlehiyê zêde dibin.

Fermanan tayînkirina Xalid Fewaz Ze’aror wekî Wezîrê Ragihandinê, Basêl Hafiz El-Swêdan wekî Wezîrê Çandiniyê û Ebdulrehman Bedir El-Dîn El-E’ma wekî Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê dihewîne.

Tayînkirinên nû her wiha Xesan Eliyas El-Seyed Ehmed wekî Parêzgarê Qunêtrayê, Murhef Xalid El-Nesan wekî Parêzgarê Humsê û Ehmed Elî Mistefa wekî Parêzgarê Laziqiyê dihewîne.

Ev guhertin beşek ji rêze guhertinên îdarî ne, ku li gorî fermanên serokatiyê, armanc dikin ku hejmarek wezaretan û postên rêveberiyê li parêzgehan ji nû ve organîze bikin. Ev di demekê de tê ku hikûmeta veguhêz rastî rexneyên zêde di derbarê performansa saziyên hikûmetê û rêveberiya wan a xizmetguzariyên giştî û şert û mercên jiyanê de tên.