Home / NÛÇE / Birîndarbûna pênc endamên Wezareta Hundirîn li Dêra Zorê di pevçûneke çekdarî de

Birîndarbûna pênc endamên Wezareta Hundirîn li Dêra Zorê di pevçûneke çekdarî de

Pênc endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pevçûnên ku di operasyona ewlehiyê de li bajarokê El-Diwêr, rojhilatê Dêra Zorê, bi bazirganên madeyên hişber û kesên ku lê digerin re derketin, birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî pevçûneke çekdarî ya ku çend demjimêran li heman bajarokî dom kir, çar kesên ku bi bazirganiya madeyên hişber dihatin tawanbarkirin girtin.

Hêjayî gotinê ye ku rojek berê, di pevçûnên çekdarî bi bazirganên madeyên hişber re li taxên El-tayîbe û El-Fayha li derdora bajarê El-Meyadîn, rojhilatê Dêra Zorê, endamek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.