Dere’a – Li gorî raporên medya herêmî, derengiya şevê, hêzên Îsraîlê ji 20 wesayîtên leşkerî pêk dihatin, ketin gundê Miriyê yê li herêma Hewza Yermûk a parêzgeha Dere’a ya rojava.
Çend roj berê li Qunîtra jî derbasbûneke bi heman rengî çêbûbû, çavkaniyan ragihandin ku hêza derbasbûyî ji du wesayîtên leşkerî pêk dihat.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka vê salê ve li başûrê Sûriyê bi dehan derbasbûn hatine kirin, di nav de serdegirtin, girtin, bombebaran û hilweşandinên ku tesîsên hikûmetê, xanî û avahiyên din hedef girtin.









