Şam – Samêr el-Baba, bi navê “Ebû Selîm” tê nasîn, ji gundewarê Helebê ye, piştî ku ji aliyê komeke çekdar ve li herêma Huceyra ya navçeya Seyîda Zeyneb li gundewarê Şamê hat gulebarankirin, hat kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, bûyer li Kolana Fayiz el-Mansûr li nêzî Mizgefta Xalid ibn el-Welîd qewimî, di encamê de yekser hat kuştin.
Bi vî awayî, ji destpêka Nîsanê ve hejmara miriyan li Şam û gundewarên derdora wê gihîştiye 14 kesan, di nav de 12 mêr, jinek û zarokek.









