Home / NÛÇE / Miletê Kobanê daxwaza azadkirina dîlgirtiyan dikin

Miletê Kobanê daxwaza azadkirina dîlgirtiyan dikin

Kobanê – Mecilîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Kobanê  îro xwepêşandanek li dar xist û daxwaza eşkere çarenûsa girtiyên Kurd û azadkirina wan kirin.

Xwepêşanderan pankartên bi sloganên wekî “Em şehîdên xwe, girtiyên xwe û windahiyên xwe dixwazin” bilind kirin û tekez kirin ku daxwaza wan a sereke azadkirina hemû girtiyan e.

Hêjayî gotinê ye ku sê komên dîlgirtiyan vê dawiyê di çarçoveya danûstandinên girtiyan ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk  û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, li gorî rêkeftina 29ê Çile, hatin berdan.