Home / NÛÇE / Lehiya cemê Xabûr taxên başûrê Hesekê di bin avê de hişt

Lehiya cemê Xabûr taxên başûrê Hesekê di bin avê de hişt

Taxên başûrê Hesekê, bi taybetî Gwêran û Mêrîdiyan, ji ber bilindbûna asta ava Çemê Xabûr piştî baranên giran ên ku di rojên dawî de li herêmê qewimîn, rastî lehiyên berfireh hat. Wêneyên hewayî nîşan didin ku xanî û tevahiya kolanan di bin avê de mane, hin beşên bajêr bûne rûberên mezin ên avê, tevgerê asteng kir û hin rêyên sereke qut kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, ava çem ji kenarên xwe pir bilind bûye û ber bi deverên nizm ve çûye. Ev yek zirarên mezin daye milk û binesazî û hejmarek malbatan ber bi deverên ewletir ve koç bûne.
Rapor her wiha nîşan didin ku li hin taxên bandordar qutbûna qismî ya elektrîkê û avê heye, tîmên awarte ji ber asta bilind a avê di gihîştina hin cihan de zehmetiyan dikişînin.
Di vê navberê de, tîmên rizgarkirinê û rayedarên herêmî hewldanên xwe yên bersivdayînê didomînin, kanalên avdanê yên demkî vedikin û pompeyan bikar tînin da ku avê derxînin. Ji niştecihan tê xwestin ku baldar bin û ji nêzîkbûna çem dûr bisekinin. Rayedaran her wiha hişyarî dane ku heke baran ji nû ve dest pê bike, asta avê berdewam bike, ku ev yek gefê li rewşa mirovî ya di demjimêr û rojên pêş de dixwe.

Tagged: