Human Rights Watch hişyarî dide: Çarenûsa bi hezaran niştecihan piştî girtina Kampa El-Hol ne diyar e

Human Rights Watch ragihand ku valakirina kampa El-Hol li bakur-rojhilatê Sûriyê bi piranî bêrêxistin û kaotîk bû û çarenûsa nêzîkî 8,500 kesan, ku piraniya wan malbatên endamên DAIŞê ne, yên ku li kampên El-Hol û Roj diman ne diyar e.
Rêxistinê rave kir ku piştî ragihandina Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ya girtina kampa El-Hol, hejmareke mezin ji niştecihan bêyî belgekirin an mekanîzmayên çavdêriyê yên zelal derketin. Ev yek metersiyên cidî li ser ewlehiya jin û zarokan, û rûbirûbûna wan a potansiyel a bazirganiya mirovan, îstismarkirin, an jî leşkerkirina ji hêla komên çekdar ve derxistiye holê.
Hikûmeta Veguhêz di 30ê Çile de niyeta xwe ya girtina kampên El-Hol û Roj ragihand, piştî vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji kampa El-Hol di 20ê Çile de. Vekişîna QSD beşek ji nû ve bicihkirinê bû di bersiva êrîşên ku ji hêla komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ve li ser deverên li bakur û rojhilatê Sûriyê hatine destpêkirin.
Di 22ê Sibatê de, hikûmetê girtina tevahî ya kampa El-Hol ragihand, ku ev yek hevdem bû bi belavkirina vîdyoyên li ser medya civakî ku qaçaxçîtîkirina malbatên bi DAIŞê ve girêdayî nîşan didin, her wiha raporên medyayê yên li ser revînên berfireh.
Li gorî daneyên berê, heta nîvê Çile, kampên El-Hol û Roj nêzîkî 28,000 kes, di nav de 12,500 biyanî ji zêdetirî 60 welatan, û her weha nêzîkî 4,000 Iraqî, dihewîne.
Rêxistinê bang li rayedarên Sûriyê kir ku li ser destnîşankirina hemî kesên ku çûne, dabînkirina stargehek têr, xizmetên tenduristî û psîkolojîk ji wan re, û misogerkirina prosedurên qanûnî yên dadperwer ên ku rêz li standardên navneteweyî digirin, bixebitin. Her wiha ji hikûmetên welatên têkildar xwest ku tedbîrên bilez bigirin da ku welatiyên xwe vegerînin û parastina mafên wan ên bingehîn garantî bikin, rê li ber vegerandina wan û amdekirina wan vekin.



