Brîtanya û Fransa li dijî bargehên DAIŞê li Sûriyê êrîşên hewayî pêk tînin

Wezareta Parastina Brîtanya roja Yekşemê ragihand ku di çarçoveya operasyoneke hevbeş a bi Fransayê re êrîşên hewayî li dijî bargehên DAIŞê li Sûriyê pêk anîn.
Wezaret di daxuyaniyekê de got ku balafirên Hêza Hewayî ya Qraliyetê di çarçoveya hewldanên ji bo pêşîgirtina li vejîna rêxistinê piştî têkçûna wê ya leşkerî li herêma Baxûzê di sala 2019an de, li ser axa Sûriyê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku analîza îstîxbaratê hebûna avahîsziyeke bin erdê li herêmeke çiyayî ya çend kîlometreyan li bakurê bajarê kevnar ê Palmyra nîşan dide, gengaz e ku DAIŞ ji bo depokirina çek û teqemeniyan bikar aniye. Hat destnîşankirin ku herêma derdora wê cihî bêmirov e.
Di daxuyaniyê de hat ravekirin ku balafirên Hêza Hewayî ya Qraliyetê FGR4 Typhoon, bi piştgiriya balafireke sotemeniyê ya Voyager, di êvara Şemiyê, 3ê Çile de bi balafirên Fransî re beşdarî êrîşeke hewayî ya hevbeş li ser tesîsê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên Brîtanî bombeyên rêberkirî yên” Paveway 4” bikar anîne da ku hejmarek tunelên ku ber bi avahîsazê ve diçûn armanc bigirin, hat destnîşankirin ku nirxandinên destpêkê nîşan didin ku operasyon serkeftî bû, bê ku nîşanên xetereyên ji bo sivîlan hebin, hat piştrastkirin ku hemî balafirên beşdar bi ewlehî vegeriyane.



