Civîna Florîda: Hewldanên Îsraîlê ji bo piştgiriya Amerîka ji vebijarkên leşkerî li dijî Îran û Hizbullahê dest bixe

Desteya Weşana Îsraîlê roja Yekşemê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewildide di civîna xwe ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re, ji bo êrîşeke potansiyel li ser Îranê, ji Dewletên Yekbûyî tiştekî ku wekî “çira kesk” bi nav dike, bixwaze.
Ajansa Firans Pres ji zarê rayedarekî Îsraîlî vegot ku Netanyahu çûye Dewletên Yekbûyî û biryar e roja din li Florîda bi Trump re bicive. Li gorî Desteya Weşana Îsrayîlê, tê texmînkirin ku Netanyahu delîlên pêşketina Îranê di vejandina bernameya mûşekên balîstîk de pêşkêşî serokê Amerîka bike.
Di heman çarçoveyê de, Kanala 14 a Îsraîlê ragihand ku Îsraîl dibîne gefa Îranê zêde dibe, lê nirxandinên heyî nîşan nadin ku pevçûnek nêzîk bi Îranê re heye. Kanalê zêde kir ku Netanyahu dê ji bo operasyoneke leşkerî ya gengaz li dijî Hizbullahê li Lubnanê jî erêkirina Amerîka bixwaze.
Li gorî çavkaniyên Îsraîlî, Netanyahu dixwaze agahiyên îstîxbaratê ya nûvekirî pêşkêşî Trump bike, nîşan dide ku Îran mîqdarên mezin ên mûşekên balîstîk ên ku dikarin bigihîjin Îsraîlê hildiberîne. Rojnameya Îsraîlî “Yedioth Ahronoth “ ji zarê rayedarekî Îsraîlî ,navê wî got, negihîştina rêkeftinekê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ve bi Îranê re ji bo rawestandina bernameya mûşekî ya wê dikare bibe sedema rûbirûbûnê, di heman demê de destnîşan kiriye ku çareseriyek dîplomatîk çêtir e.
Berevajî vê, Îran vê hefteyê ragihand ku bernameya wê ya mûşekên balîstîk “nayê danûstandin”. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Esmail Bagayî diyar kir ku ev mûşek ji bo parastina xwe û armancên astengkirinê ne.
Rayedarê Îsraîlî avakirina mûşekên Îranê wekî gefek cidî bi nav kir, îdia kir ku avêtinek di asta mezin de dikare zirarên girîng bide. Texmînên berê yên ku ji hêla “The Wall Street Journal “ve hatine weşandin nîşan didin ku Îran dikare mehê bi sedan mûşekan hilberîne ger binesaziyên wê bi tevahî enerjiyê bixebitin.
Hêjayî gotinê ye ku di Hezîrana borî de, Îsraîlê li dijî deverên leşkerî û nuklerî yên Îranê êrîşên hewayî pêk anîn, û Tehran bi êrîşên dronan û mûşekan bersiv da. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka paşê tevlî Îsraîlê bûn di şerekî ku 12 rojan dom kir de di bombebarankirina tesîsên nuklerî yên Îranê de.



