Danûstandinên di navbera QSD û Hikûmeta Sûriyê de ji bo Kêmkirina Rageşiyê li Rojhilatê Reqa

Çavkaniyek leşkerî di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de roja Şemiyê diyar kir ku niha danûstandin bi Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê re didomin, bi armanca kêmkirina rageşiyê li gundewarê rojhilatê parêzgeha Reqa.
Çavkanî, ku nexwast navê wî eşkere bibe, ji North Press re got ku danûstandin berdewam dikin, destnîşan kir ku “encam ne temam in û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser erdê diyalogên bêtir hewce dikin.”
Çarşema borî, QSD’ê daxistina du dronên ku ji çeperên hêzên hikûmetê li eniya gundê Ganem el-Elî li rojhilatê Reqa hatine, ragihand. QSD’ê diyar kir ku herêm demek dirêj e rastî êrîşên komên girêdayî hikûmetê tê.
Di bersivê de, Wezareta Parastina Sûriyê diyar kir ku êrîşên QSD’ê çeperên artêşa Sûriyê li heman herêmê armanc girtine, di encamê de du leşker mirine û QSD’ê çend xal girtine.
Çavkaniya leşkerî ya QSDê destnîşan kir ku her du alî li ser pêwîstiya kêmkirina rageşiyê li hev kirine, hewldanên heyî li ser pêşîgirtina li rageşiya zêdetir û misogerkirina aramiya herêmê ne.



